Sancar: Serkefin nêzîk e, teqez em ê bi ser bikevin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di mîtînga li Enqereyê de axivî û got:"Dîsa em, dîsa azadî, dîsa serkeftin. Em tên, em ji bo bo demokrasî, aştî û edaletê li bin dara Partiya Çepên Kesk li hev kom dibin, serkefin nêzîk e, teqez em ê bi ser bikevin."

Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartina 14'ê Gulanê de li Enqereyê mîtîng li dar xist. Mîtîng li Tûzlûçayira Enqereyê bi tevlêbûna Hevberdvekê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Oneren hat lidarxistin.

Welatiyên ku qada mîtîngê tije kirin, govend gerandin. Polîsên qadê nehiştin stranên Kurdî bên guhdarkirin. Lê girseyê bertek nîşandan. Piştî ku polîs ji qadê çûn, bername ji cihê mayî dest pê kir.

Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaşê ku di mîtîngê de axivî, siyasetmedar, rojnamevan û hemû şoreşgerên girtî silav kir û got ku ew ê bi ser bikevin. Gumuştaşê di axaftina xwe de ev tişt gotin: "Hûn nikarin me têk bibin, heqîqet berxwedan me ye, têkoşîna me ya yekbûyî û azadiya me ye." Gumuştaşê bang kir ku her kes xwedî li sindoqan derkeve.

'SERKEFTIN NÊZÎK E'

Paşê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivî. Sancar jî di axaftina xwe de wiha got: "Em ê Enqereyê li Enqereyê biguherînin. Min ji Amed, Êlih, Cizîr, Sêrt û Rihayê soza veguherînê anî. Gelê me ji bo guherîn û veguherînê amade ye. Enqere jî amade ye. Ma ne amade ye? Em vê detshilatê dişînin ne wisa? Em vê pergalê diguherînin ne wisa? Nexwe rêya me vekirî be, serkeftin. Dîsa em, dîsa azadî, dîsa serkeftin. Em tên, em ji bo bo demokrasî, aştî û edaletê li bin dara Partiya Çepên Kesk li hev kom dibin, serkefin nêzîk e, teqez em ê bi ser bikevin."

Paşê Hevberdevkê partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin axivî. Akin jî destnîşan kir ku dê di 14'ê Gulanê de li cîhanê hilbijartineke dîrokî çêbibe û got: "Hilbijartinên 14'ê Gulanê hilbijartineke dîrokî ye, lê tenê ne li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn û cîhanê jî dê bibe hilbijartineke dîrokî. Di 14'ê Gulanê de dê bihareke nû bişkive."

Akin di axaftina xwe de destnîşan kir ku divê dawî li rejîma qesrê bê û got: "Divê komareke demokratîka  nû bê avakirin. Êdî bes e ji vê eziyeta sed salî re. Hindik ma."

Akin di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ji bo pêkanîna demokrasiyê tên û got: "Qawet be ji hemû hevrêyan re. An serkeftin, an serkeftin. Em li vir in, em ê bi hev re bi ser bikevin."